 |
 |
| Konse girêdayî tu partiyên siyasî ve nîne, û dikare hem li nav û hem jî li derveyî welat bi rêxistinên hemarmanc re hevkariyê bike. |
|
 |
|
Konseya norweci ji bo mafen kurdan
Destûra navxweyî
Di civîna damezrandina konseyê de, ku di roja 22. cotmehê 1994`an de pêkhatibû, hatiye pejirandin.
Nav, armanc û erk (girev)
1.1 Navê
Navê rêxistinê “Konseya Norwêcî ji bo mafên kurdan” e.
1.2 Armancên konseyê evin:
a) Belavkirina agahîyan di derbarê rewşa kurdan de.
b) Dabînkirina mafên mirovan ji kurdan re.
c) Piştgirî ya pêşvebirina pêvajoya diyaloga aştiyane di navbera aliyên elaqedarên pirsgirêkê de, û bi vî awayî bigehne çareseriyeke siyasî ji bo pirsgirêka kurdî ku ji hêla hemû aliyan ve bê pejirandin.
1.3
Konse girêdayî tu partiyên siyasî ve nîne, û dikare hem li nav û hem jî li derveyî welat bi rêxistinên hemarmanc re hevkariyê bike.
Rêxistin û birêveberî
2.1 Komîteya birêveber
Komîteya birêveber bi kêmasî ji pênc kesan û du endamên cêgir (1. û 2. endamê cêgir) pêk tê, ku her du salan carekê, ji hêla konseyê ve tên hilbijartin. Komîte biwxe, serok û sekretêrê rêxistinê û berpirsê aboriyê hildibijêre. Jimêryar (muhasib) ji aliyê konseyê ve tê destnişankirin.
Komîta birêvebir dikare biryaran bistîne eger bi kêmasî sê endamên wê amade bin. Endamên cêgir li gor rêzbendîya (tertîba) xwe, mafê dengdanê heye dema hejmara endamên komîteya birêvebir ne timam be. Di rewşa wekhevîya dengan de, dengê serokê komîtê li kîjan alî be, ewê biserbikeve.
Eger endamekî/endameka komîta birêvebir beriya dema hilbijartina wî/wê tijî bibe, dest ji endametiya wxe ber bide, komîta birêvebir dikare endamekî/endameka konseyê di cihê wî/wê de destnîşan bike.
Tenê komîta birêvebir û endamên konseyê ku destûra komîteyê standine, dikarin bi navê konseyê daxuyaniyan bidin.
Eger bi kêmasî (1/5) ê endamên konseyê daxwaz bikin, gereke komîta birêvebir di nava mehekê de konseyê li hev bicivîne, hingî konse bi piraniya dengan dikare awayê pêkhatiya(straktura) komîta birêvebir biguhere.
2.2 Konse
Konse ji hejmareke bê sînor a endaman pêk tê, ku ji hêla komîta birêvebir ve tên vexwendin. Endametîya konseyê takekesî ye, lê belê endamên konseyê gereke, yan bixwe ji bo pêşvebirina armancên konseyê bixebite an jî nunerê wan partîyên siyasî, rêxistin û sazîyan be ewin bi awayên cuda piştgirîya armancên konseyê dikin.
Civîna giştî ya konseyê organa wê ya herî bilind e. Endamên konseyê, çi kes û çi rêxistin, tenê xwediyê dengekîye. Ev, ji bo endamên komîta birêvebir jî derbaz dibe. Rêxistin dikarin mafê xwe yê dengdanê bidin wekîlê xwe. Di rewşeke weha de, komîta birêvebir dikare daxwaza wekaletnameyê ji wekîl bike.
Komîta birêvebir salê du caran konseyê dicivîne, û li gor pêwistiyê, komîte dikare tevahîya endamên konseyê an jî beşekî wan bicivîne. Komîta birêvebir gereke ku rapora salane û pêşniyara bernameya kar, ji bo pejirandinê, pêşkêşî konseyê bike. Civîna konseyê tenê dikare danustandin li ser pirsên din bike ku di nameya vexwendinê de hatine destnîşankirin. Gereke komîta birêvebir nameya vexwendinê bi kêmayî 10 rojan berîya civînê bişîne.
Her endamek, armanc û destura konseyê binpêbike, bi piranîya dengên konseyê dibe ku endametî jê bê sitandin.
2.3 Partî û rêxistnên kurdî
Divê piranîya partî û rêxistinên kurdan cihê xwe di konseyê de bigirin. Kesên berpêrsiyar di partiyên siyasî yên kurdî de, nikarin di komîta birêveber de cih bigirin.
2.4 Endamêtiya piştgir
Kes û rêxistin dikarin bibine endamên piştgir yên RKR ê.
Aboneya endamên piştgir jê alîyê komîta birêveber ve tê destnişan kirin.
Agahî
3.1 Pêwîste komîta birêvebir agahiyên di derbarê pirsa kurdî de bighîne endamên konseyê, endamên piştgir û raya giştî ya Norwêcê.
Aborî
4.1 RKR rêxistineke nimuneyiye.
4.2 Komîta birêvebir ji aboriya rêxistinê berpirs e.
4.3 Gereke komîta birêvebir hersal hisab û bucêta salane pêşkêşî konseyê û endamên piştgir bike.
Hilweşandin, guhartina xalên destura navxweyî û hwd.
5.0 Guhartina xalên destura navxweyî
Xalên destura navxweyî di civina konseyê de bi piraniya 2/3 a dengên ku hatine dayin, dikare bên guhartin; lê belê gereke bi kêmayî 10 deng biguhartinê re bin.
5.1 Hilweşandin
Konse tê hilweşandin eger 2/3 ji tevaya dengên endaman bipejirînin. Eger piranîyeke wisa di civînê de nehat bidestxistin, divê di nava du mehan de, civîneke nuh a konseyê bê lidarxistin. Di vê civînê de, bi piraniya 2/3 ji dengên beşdarvanan, biryara hilweşandinê dikare bê standin.
5.2
Di dema hilweşandinê de, hemû heyiyên konseyê li ser wan alîyan tên belav kirin ku bi konseyêre hemarmanc bûn.
|